• Monday, 23 February 2026
logo

Şingal…1800 ereb çûne nav rêzên PKKê

Gulan Media December 20, 2016 Nûçe
Şingal…1800 ereb çûne nav rêzên PKKê
Her yek ji fermandarên êzdî yên Pêşmerge li Şingalê û gotûbêjê fermî yê eşîretên ereb ên deşta Nînowa û encûmena qeza Şingalê, ragehandin hejmarek zêde çekdarên ereb ên DAIŞê, çûne nav rêzên PKKê yên li Şingalê û ji ber vê sedemê jî em hemû di metirsiyê de ne û herwaha paşeroja herêmê di metirsiyê de ye.

Fermandarê Pêşmerge yê li Şingalê Qasim Derbo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li devera Babişluwe ya ser bi qeza Şingalê, hejmarek zêde ereban xwe gehandiye nav PKKê û ew hemû jî ew errebin ku di karesata Şingalê de jin û zarok û keçên êzdiiyan revandin û li bazarên Reqayê de kirîn û firotin. Piştî ku rêxistina DAIŞê ber bi nemanê ve çû, bi taybetî piştî destpê kirina êrîşên ser parêzgeha Nînowa û bajarê Mûsilê ji aliyê artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve, ew erebên beşdarî di karesata Şingalê de kirine, ji Mûsilê ber bi Sûriyê ve direvin û li wê derê jî dibin çekdarên PKKê û carekedin vedigerin devera Şingalê û metirsiyekî mezin bo deverê ava dikin.’’

Wî fermandarê Pêşmerge aşkera kir: ‘’Berî heyamekê me daxwaz ji PKKê kir, ew erebên şovenî di nav rêzên xwe dûr bixe. Em bi hemû hêza xwe ve kar dikin û nahêlin ew erebên destê wan di karesata Şingalê de hebûn, bibin çekdar û li devera Şingalê bimînin.’’

Derbarê vê pirsê de gotûbêjê fermî yê eşîrên erebên deşta Mûsilê Muzahîm Ehmed ji rojnameya Bas re ragehand: ‘’Hêzên PKKê wek DAIŞê danûstandin dikin, berdewam hewldidin bo ku fitne û tayfegerî di nav olên devera Şingalê ava bikin. Naha bêhtir ji 1836 çekdarên ereb di nav rêzên PKKê de ne, ku beşekî herî zêde yê wan kesan berî naha di nav DAIŞê de rêveber bûn û bi dehan karên terorîstî kirine, hemû revîn û xwe digehînin nav rêzên PKKê û dibin çekdarên PKKê. Ji bo vê em wek eşîretên ereb ên Mûsilê vê yekê metirsîdar dibînin bo deverê.’’

Gotûbêjê fermî yê eşîretên ereb li deşta Nînowa got: ‘’Em daxwazê ji hêzên hevpeymaniya navnetewî dikin, rê çareyekê bo hebûna PKKê ya li vê herêmê bibîne, ji ber hebûna PKKê li çiyayê Şingalê aloziyên pir mezin li devera Şingalê çêdike.’’

Endamê encûmena qeza Şingalê Meyeser Hecî ji rojnameya Bas re ronî kir, ew erebên xiyanetkar zanîn çarenivîsa wan li Şingalê nemaye, diçin dibin çekdarên PKKê. Siyaseta PKK li Şingalê birêve dibe nayê qebûl kirin, ji ber xelkê Şingalê razî nabin PKK li deverê bimîne, êca wê çawa razîbin ku ew erebên bûne terorîs û îro jî bûne çekdarên PKKê li Şingalê bin, ev tişte bi ti awayekê nayê qebûl kirin, pêwîste PKK wan erebane di nav rêzên xwe dûr bixe.

Basnews
Top