Erebistan Siûdî: Em daxwazê li cîhanê dikin li hember kiryarên Tehranê bêdeng nemînin
Li gor raporta malpera El-Erebiye, wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Adil El-Cubeyr di civînekî hevbeş a wezîrê karên derve yê Amerîkayê John Kerry de, li gel rêkeftine li ser pêdaçûna rêkeftina li ser dawî anîna şerê Yemenê, herwaha bi mercekî asayîşa welatê wan dê parastî be ku careke din amaje bi destverdanên Îranê yên li welatê wan kir û diyar kir: ‘’Em daxwazê li hemû cîhanê dikin li hember kiryarên Îranê yên li herêmê bê helwêst nemînin.’’
Berî naha jî gelek car El-Cubeyr rejîma Îranê bi destverdana berfireh a li welatên herêmê û bi taybet jî li Iraqê, Yemenê û Sûriyê tometbar kiribû.
Herwaha berî naha dîsa ji Newsweek re ragehandibû: ‘’Terorîzm yek ji metirsiyên ser me ye û Erebistana Siûdî berdewam amadeya li hember vê diyardeyê raweste, ca êdî ew teror çi ji El Qaîdê bê, yan DAIŞ be, yan jî Îran be tu cudayiya wan tuneye. Dive em wan bişkînin, ji ber tenê em dikarin bi vê rêyê ve berjewendiyên xwe biparêzin.’’
Basnews
