Êrişa çekdarî li Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê hat kirin
Li gorî medyaya Tirkiyê kesekî bi çekê êrişî Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê kirî, piştî êrişê ji aliyê hêzên ewlehî ve hat girtin.
Hat gotin ku kesekî bi navê Şahin S. li ber avahiya Balyozxaneya Amerîka ya li ser cadeya Tandogana Enqerê seat derdora 04.00 bi çekê 8-9 gule berdane hewayê.
Hêzên ewlehî yên li herêmê midaxeleya Şahin S. kirin û ji bo lêpirsînê ew birin Rêveberiya Ewlehî ya Çankaya Enqeê.
Ev êriş di demekê de ye ku duh êvarî Balyozê Rûsya li Enqerê Andrey Karlov di êrişeke çekdarî de hatibû kuştin li Enqerê bergiriyên ewlehî zêde kiribûn.
Rudaw
