• Monday, 23 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Prof. Cemal Reşîd kir

Gulan Media December 20, 2016 Nûçe
Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Prof. Cemal Reşîd kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Dr Kurdistan Mukriyanî

Birêz malbata Profesor Cemal Reşîd

Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya koça dawî ya Profesor Cemal Reşîd, dîroknivîs û mamostayê zanîngehê gihîşt me, bi vê helkefta xemgîn ve serxweşî û hevxemiya xwe bi malbata we ya birêz û akademîst û dîroknivîsên Kurdistanê radigihînim.

Profesor Cemal Reşîd, wekî dîroknivîs û akademîst û xebatkar roleke xwe ya ber bi çav û bi bandor li parastin û saxkirin û nivîsîna dîroka neteweya xwe û nasandina wê bi nifşên nû yên Kurdistanê de û ew hemû kesên xwestine rastiyan di derbarê Kurd ve bizanin de hebûye. Ji destdana rêzdar ziyaneke mezine ji bo gelê me bi giştî û ji bo navendên lêkolîn û dîroknivîsan bi taybetî.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim, aramî û sebirê bi we û hevalên wî bibexşê û xwedê jê razî jî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûşta fireh şad bike.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
19.12.2016
Top