Ewê ku balyozê Rûsyayê kuşt, polîsekî Tirk bû!
Şevêdin kesekî çekdar li paytexta Tirkiyê-Enqerê, êrişî balyozê Rûsya yê Enqerê Andrey Karlov kir û ew kuşt. Êrişkar jî ji aliyê hêzên polîs ve hat kuştin.
Polîsê Tirkiyê kêmtirî du saetan piştî bûyerê, nasnameya kesê êrişkar eşkere kir!
Li gorî agahiyan, ew kesê ku balyoê Rûsyayê kuştiye, polîs û endamê hêza taybet bûye û navê wî jî Mert Altintaş bûye.
Hat gotin ku êrişkar sala 1994 li navçeya Soke ya bajarê Aydinê ji dayîk bûye.
Çavkaniyên nêzîkî AKPê dibêjin, ew polîs endamê rêxistina Gulen bûye.
Basnews
