PDK: Serkeftinên me û yên YNKê hevbeş in
PDK û YNK piştî 6 mehan li bajarê Silêmaniyê hatin ba hev. Şanda PDKê ji Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Kakemîn Necar, Îzzedîn Berwarî, Ehmed Kanî û Dilşad Şihab pêk hatibû û ya YNKê jî ji Mele Bextiyar, Sedî Pîre, Omer Fetah, Hakim Qadir Hemecan, Şêx Cefer Mistefa û Rizgar Elî pêk hatibû.
Piştî hevdîtinê Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Miranî û Berpirsê Desetya Kargêriya YNKê Mela Bextiyar daxuyaniyeke hevbeş dan.
Mele Bextiyar ragihand ku her du aliyan hev fêm kirine lê li ser ti mijaran biryar nedane û wiha got:
“Ez hêvî dikim ku di hevdîtina me ya bê de pirsgirêkên me kêm bibeû û em ji şaşiyên xwe dersê werbigrin”
Bextiyar wiha domand: “Me piştî 6 mehan civîneke berhemdar pêk anî. Me di civîna xwe de hewldana Barzanî nirxand. Me krîza aborî, rewşa gelê xwe û em çawa dikarin pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê de çarser bikin, gotûbêj kir. Lê em her du alî jî li ser vê yekê hemfikirin ku li şûna me nekin em poşman bibin, bila em bikin em poşman bibin, baştir e.”
Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Miranî jî wiha got: “Me weke PDKê ti plan û projê bê YNKê nekirine. Raboriyekê ya me û YNKê hevbeş heye. Em di tevahiya serketinan de hevpar in. Em ser jî bikevin û bin jî bikevin ev pirsa herdu aliyan e.”
Fazil Miranî da zanîn ku her çi qasî 6 meh in bi awayekê fermî li gel YNKê hevdîtin nekirine jî lê peywendiyên wan hebû.
Miranî herwiha got: “Sedama hinek pirsgirêkan siyasî ne. Minak çima mamosteyekî li Duhokî diçe li ser karê xwe yê li Silêmaniyê naçe?”
Ji aliyê din ve peyamnêrê Rûdawê ragihand ku şanda PDKê dê li Silêmaniyê li gel Tevgera Goran û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî bicive û di civînan de aliyên siyasî dê guh bidin pêşniyarên PDKê ji bo çareserkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdisanê.
Peyamnêrê me herwiha got, Tevgera Goran projeyek amade kiriye û dê radestî şanda PDKê bike.
Rudaw
