Serokwezîr Barzanî:Em amade ne bi Bexdayê re kêşeyan çareser bikin
Malpera fermî ya Hikûmeta Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Beljîka, Wezîrê Derve yê Hollanda û Wezîrê Derve yê Luksemburgê kir.
Li gorî malpera hikûmetê, wezîrên derve yên Beneluxê kêfxweşiya xwe ji yekê anîn ziman ku serdana Herêma Kurdistanê kirine û behsa serdana xwe ya kampên perwerdekirin û rahênana hêzên Pêşmerge kirin û dan xuyakirin ku hemahengiyek baş di navbera Pêşmerge û pisporên biyanî de heye.
Hat gotin ku wan rayedarên Ewropî behsa şerê DAIŞê jî kirine û pesnê Pêşmerge dane û qurbaniyên ku Pêşmerge û gelê Kurdistanê di şer de dane, bilind û hêja nirxandine, her wiha daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê, Bexda û hêzên hevpeyman kirine ji bona qonaxa piştî DAIŞê pilaneke mukum amade bikin û bi wî rengî koçber û penaberên ku ji ber şer reviyane, vegerînin ser war û malên wan.
Di wê hevdîtinê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ji mêvana re behsa têkiliyên Bexda û Hewlêrê kiriye û gotiye, di warê serbazî de hevkariyek baş di navbera her du aliyan de heye lê di warê siyasî de wisa nîne.
Nêçîrvan Barzanî her wiha gotiye, helbet Herêma Kurdistanê amade ye bi diyalogê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike. Lê dîtina çareseriyek binecî bo çarenûsê jî mafê Herêma Kurdistanê ye û ew jî di çarçoveya diyaloga bi Bexdayê re bicîh were.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derheqê şerê DAIŞê bi taybet şerê Mûsilê de jî gotiye, hêzên Pêşmerge di rizgarkirin û vegerandina aramiyê bo deverên derdora Mûsilê de rolek girîng lîstin û alîkariya artêşa Iraqê jî kirin. Lewma divê civaka navdewletî vê yekê bibîne û ew alîkariyên ku ji artêşa Iraqê re dişîne, para Pêşmerge li ber çavan bigire ji ber ku heta niha Pêşmerge ji pişka xwe sûdmend nebûye.
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî jî di civînê de behsa rewşa aborî ya Kurdistanê kiriye û sebebên derketina kirîza aborî ji mêvanan re şirove kiriye.
Talebanî her wiha ew reformên ku di warê aborî de hatine kirin jî ji wezîrên derve yên Beneluxê re vegotiye.
Basnews
