Piştî salekê - PDK û Gorran li Silêmaniyê civiyan
Îro dûşemî 19ê Kanûna 2016ê, di çarçoveya hewldanên bo çareserkirina kirîza siyasiya li Herêma Kurdistanê de û bo pêkanîna hevdîtinan bi aliyên siyasî yên Kurdistanê re, şandeke pilebilind ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî serdana bajarê Silêmaniyê kir.
Şanda PDKê detspêkê bi berpirsên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) re civiya û piştî civînê, Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Miranî û Berpirsê Desetya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mele Bextiyar daxuyaniyeke hevbeş dan û derbarê naveroka hevdîtina navbera her du partiyan de zanyarî dan.
Piştre şanda PDKê bi serokatiya Fazil Mîranî gihîşt Girê Zergete, ku baregeha sereke ya Tevgera Gorranê li wir e û li gel rayedarên Gorranê dest bi hevdîtinê kir.
Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî ragihand: “Civîna navbera PDKê û Gorranê, li mala Serokê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa ye û heta niha nayê zanîn ka naveroka civînê derbarê çi de ye, lê belê ya ku hatiye zanîn, eve ku Gorranê projeyek amade kiriye û projeya Gorranê projeyeke kurdistanî ye.”
Peyamnêrê me herwiha got: “Di vê civînê de biryar nayê dan, çimku her weke xwe dibêjin, boza navbera Gorran û PDKê bi civînekên tenê dawî pê nayê.”
Berî vê civînê PDK bi YNKê re civiya
Ew yek di demekê de ye, ku şanda PDKê berî vê civînê û di yekemîn gera vê carê ya danûstandinên xwe yên li gel aliyên siyasî de li Silêmnaiyê bi YNKê re civiyabû.
PDK û YNK 6 meh bû ku bi hev re neciviyabûn û îro duşemî 19ê kanûna 2016ê li bajarê Silêmaniyê hatin bal hev.
Şanda PDKê ji Fazil Mîranî, Mehmûd Mihemed, Kakemîn Necar, Îzzedîn Berwarî, Ehmed Kanî û Dilşad Şihab pêk hatibû û ya YNKê jî ji Mele Bextiyar, Seidî Pîre, Omer Fetah, Hakim Qadir Hemecan, Şêx Cefer Mistefa û Rizgar Elî pêk hatibû.
Piştî hevdîtinê Sekreterê Polîtboruya PDKê Fazil Miranî û Berpirsê Desetya Kargêriya Polîtboruya YNKê Mela Bextiyar daxuyaniyeke hevbeş dan.
Mele Bextiyar ragihand ku her du aliyan hev fêm kirine lê li ser ti mijaran biryar nedane û wiha got:
“Ez hêvî dikim ku di hevdîtina me ya bê de pirsgirêkên me kêm bibeû û em ji şaşiyên xwe dersê werbigrin”
Bextiyar wiha domand: “Me piştî 6 mehan civîneke berhemdar pêk anî. Me di civîna xwe de hewldana Barzanî nirxand. Me kirîza aborî, rewşa gelê xwe û em çawa dikarin pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê de çarser bikin, gotûbêj kir. Lê em her du alî jî li ser vê yekê hemfikirin ku li şûna me nekin em poşman bibin, bila em bikin em poşman bibin, baştir e.”
Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Miranî jî wiha got: “Me weke PDKê ti plan û projê bê YNKê nekirine. Raboriyekê ya me û YNKê hevbeş heye. Em di tevahiya serketinan de hevpar in. Em ser jî bikevin û bin jî bikevin ev pirsa herdu aliyan e.”
Fazil Miranî da zanîn ku her çi qasî 6 meh in bi awayekê fermî li gel YNKê hevdîtin nekirine jî lê peywendiyên wan hebû.
Miranî herwiha got: “Sedama hinek pirsgirêkan siyasî ne. Mînak çima mamosteyek li Duhokî diçe li ser karê xwe yê li Silêmaniyê naçe?”
Rudaw
