• Monday, 23 February 2026
logo

‘Wek qonaxa yekem desteya serokatiya parlamentoyê tê hilweşandin’

Gulan Media December 19, 2016 Nûçe
‘Wek qonaxa yekem desteya serokatiya parlamentoyê tê hilweşandin’
Gotûbêjê Tevgera îslamî ya Kurdistanê aşkera kir, wek qonaxa yekem egerê hilweşandina her sê desteyên serokatiyê, erkê serokê parlamentoyê dê bê hilweşandin û Tevgera Gorran jî amadebûna xwe nîşan daye.

Îro 19.12.2016ê şandeya PDKê serdana bajarê Silêmaniyê dike û piştî civîna li gel YNKê û Gorran, dê li gel Tevgera îslamî jî bicive û gotûbêjê Tevgera îslamî Ebdula Wertî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro şandeya PDKê serdana polîtburoya Tevgera îslamiya Kurdistanê jî dikin, me jî hin xal û têbinî amade kirine û li gor me bi vê rêyê ve çareseriya krîza li herêma Kurdistanê dikare bê derbas kirin û hêzên siyasî jî dikarin rêkeftinekê li ser pêkbînin bo derbaskirina nakokiyan.’’

Ebdula Wertî got: ‘’Emê gotinên xwe bi aşkerayî ji PDKê bikin. Ji bo berjewendiyên netewî divê hemû alî rêkbikevin. Li gor me peyama Barzanî deriyeke başe û pêşneyarekî guncawe, ku pirsgirêkên herêma Kurdistanê çareser bibin û bibe bingehek bo gotûbêjên aliyan.’’

Herwaha diyar kir, Gorran pêşwazî li peyama Barzanî û şandeya PDKê dike. biryare axaftin li ser pirsa hilweşandina her sê erkên siyasî bê kirin, divê ew pirsgirêk bi gotûbêjan bê çareser kirin û eger îradeyek bihêz hebe, ne giringe kîjan deste di destpêkê de tê hilweşandin.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê desteya serokatiya parlamentoyê wek qonaxa yekem wê bê hilweşandin û Ebdula Wertî dibêje: ‘’Hemû biryar divê bi rêya parlamentoyê ve bên girtin û hemû gohertin jî divê bi rêya parlamentoyê ve bên kirin.’’

Basnews
Top