• Monday, 23 February 2026
logo

Di pevçûnên li El Babê de leşkerek tirk hat kuştin 5 leşker birîndar bûn

Gulan Media December 19, 2016 Nûçe
Di pevçûnên li El Babê de leşkerek tirk hat kuştin 5 leşker birîndar bûn
Hat ragihandin ku li bakurê Sûriyeyê di Operasyona Mertalê Firatê de leşkerekî artêşa Tirkiyeyê hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li herêma El Bab a Sûriyeyê di şer û pevçûnên navbera artêşa tirk û rêxistina terorîst a DAIŞê de leşkerekî tirk hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar ji herêma şer û pevçûnê tahliye kirin û birin noqteya tendirustî ya Çobanbeya navçeya Elbeyli ya Kilisê. Birîndar ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Kilisê.

Basnews
Top