• Monday, 23 February 2026
logo

HDP bi merc, bi sîstema serokatiya Erdogan razî dibe

Gulan Media December 19, 2016 Nûçe
HDP bi merc, bi sîstema serokatiya Erdogan razî dibe
Partiya Demokratik a Gelan(HDP)bi du mercan raziye ku piştevaniyê sîstema serokatiya bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û partiya wî AKP(Partiya Dad û Geşepêdanê) hewla sererastkirina zagona bingehîn ya Tirkiyê û gorîna sîstema hikûmranî ji parlemanî bo serokatiyê didin û MHP (Partiya Neteweperest a Tirkiyê) ji raziye ji bo vê projê.

Parlementerê HDP(Partiya Demokratîk a Gelan) Kadri Yildirim diyar kir ku bi du mercan deng ji bo sererastkirina zagona bingehîn ji bo sîstema serokatiya vê bidin.

Kadri Yildirim amaje dike ku eger mafê xwandinê bi ziman Kurdî ji bo hemwelatiya Kurd bidin û di zagona bingehîn de jî diyar be û di çarçoveya dewleta Tirkiyê de jî, bo ku kurd bikarin xwe îdare bikin pergaleke bidine Kurdan , vê HDP bi sîstema serokatiyê razî be û ji bo vê yekê deng bide.

Basnews
Top