Konsulê Almanya sozekê dide Pêşmerege
Konsulê Almanya li Hewlêrê, Mark Ayishorn ragihand ku welatê wî piştî şerê cihanê yê duyem ji bo cara yekê ye ku çek û teqemeniyê ji bo deverên şerê dişîne ew jî bo hêza Pêşmergan bûye.
Mark Ayishorn herwaha diyar kir ku piştî êrîşa DAIŞê ser Kurdistana başûr, welatê wî bi şandina çek û teqemenî û pêdiviyên leşkerî û şêwirmendên leşkerî ji bo herêma kurdistanê û pêşmergan kiriye.
Konsulê giştî yê Almanya li Hewlêrê ji bo pêşmegan û gelê Kurdistanê sozê dide ku welatê wî vê heta dawiya şerê DAIŞê, li gel pêşmerge be û dê berdewam be li arîkariya xwe ji bo Pêşmerge.
Almanya yek ji wan welatên endamê hevpeymaniya dijî DAIŞê ye, ku di destpêka şerê de çek û teqemenî bi taybet jî bi şandina moşekên Mîlan û şêwirmendê leşkearî û arîkariya malî li gel welatên Fransa, Kanada, Amerîka, Brîtaniya û hejmarek wekatên din arîkariya herêma Krudistanê kirine.
Basnews
