• Monday, 23 February 2026
logo

Ebadî: Divê partiya Malikî li gor pirsensîbên damezirandina xwe tevbigere

Gulan Media December 19, 2016 Nûçe
Ebadî: Divê partiya Malikî li gor pirsensîbên damezirandina xwe tevbigere
Serokwezîrê Iraqê daxwaz ji berpirsên partiya Malikî kir ku dest ji geran ji bo wergirtina pare û pile berdin.

Di gotarekê de di merasima salvegera damezirandina Partiya Deiwa ya Îslamî bi serokatiya Nûrî Malikî de serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî ragihand ku pêwîste endam û berpirsên vê partiyê vegerne ser pirenseîbê ku partî li ser hatiye damezirandin.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî bixwe jî yek ji berpirsên Partiya Deiwa ye û daxwaz ji rayedarên partiyê kiriye ku dest ji vergirtina pile û pare bihînin.

Di dema serokwezîriya Nûrî Malikî de piraniya rayedarên partiya Deiwa ya Îslamî û kesên ku nêzîkî Malikî bûn bê ku hêjayî erkan bin karîn erkên bilind di nav hikûmeta Iraqê de bidest xwe bînin û dest xistine ser saman û peryê Iraqê.

Basnews
Top