• Monday, 23 February 2026
logo

Firokeya leşkerî ya Rûsyayê ket

Gulan Media December 19, 2016 Nûçe
Firokeya leşkerî ya Rûsyayê ket
Firokeya leşkerî ya Rûsyayê ku têde 39 kes hebûn li Sibiryayê ket xwarê.

Firokeya leşkerî ya rûsî ku 32 erkdar û 7 muretebat bi giştî 39 kes têde bûn li Sibiryayê ket.

Li gorî nûçeya ajansa RIA Novostiyê li ser zarê rayedarekî rûsî ragihand ku firoke bûye 3 perçe, lê di firoke de teqîn an jî şewat derneketiye.

Wezareta Parastina Rûsyayê jî ragihand ku di qezayê de ti kes nemiriye tenê 16 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Rûsyayê de wiha hat gotin: "Hemû rêwiyên di firokeyê de li sax in. Tenê 16 kes birîndar bûn. Helîkopteran rêwî gihandin nexweşxaneyan."

Tê gotin firoke ji ber sedemên hewayî ketiye xwarê.

Rudaw
Top