Wezîrên derve yên Luksemburg, Belçîka û Holendayê gihiştin Hewlêrê
Di çarçoveya seredanan xwe ya fermî ya bo Herêma Kurdistanê de, her sê wezîrê derve; Luksemburg, Belçîka û Holendayê, roja 19.12.2016ê li bajarê Hewlêrê digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên din yên hikûmeta Kurdistanê bicivin û çend mijarên gerim û aktuel di rojeva Kurdistanê û herêmî de weke; cenga dijî terorîstên DAÎŞ, qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û rewşa penaber û koçberan di wan civînan de gotûbêj bikin.
Her sê wezîrên derve dê seredana wan bingehan bikin ku, tê de hêzên hevpeymaniya navdewletî meşiq û rahînanê bi hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dikin.
