• Monday, 23 February 2026
logo

Human Rights Wstch: Milîsên Îraqê 4 kes li ber çawên supayê Îraqê kuştin

Gulan Media December 18, 2016 Nûçe
Human Rights Wstch: Milîsên Îraqê 4 kes li ber çawên supayê Îraqê kuştin
Rêxistina Human Rights Wstch aşkere dike, mîlîsên Îraqî li meha borî çar welatîyên sivîl li pêş çavên supayê Îraqê kuştîne.

Li gorî dawî raporta rêxistina Human Rights Wstch ku çavdêrîya pêşêlkarîyên mafê mirovî li seranserî cîhanê dike, mîlîsên ser bi hikûmeta Îraqê ve, li meha borî çar welatîyên gundê Şeyalat El Îmam yê başurê Mûsilê bê çi rêkareka qanûnî li pêş çavên serbazên Îraqî kuştine.

Human Rights Wstch ragîhandîye; wan ev zanyarî ji zarê xelkê gundê Şeyalat El Îmam bi xwe wergirtine û daye zanîn, mîlîsên bi navê heşda cibor ku dinav heşda eşayirî dane ew çar kese kuştin û supayê Îraqê rêgrî li vê tawanê negrine.

War.tv
Top