Termên du şervanan radestî kunsulxaneya Amerîkî û Almanî bûn
Birêveberê Nivîsgeha Sînorî ya Pêşabûrê Şewket Berbuharî di vê derbarê de ji K24ê re got: “Roja Pênşemê termê 2 şehîdan ku yekî Amerîkî bû û yên din jî Almanî bû, me wergirtin. Berî ku bigihin me jî, me ambulans şandin aliyê din yê sînor û me her du term wergirtin.”
Berbuharî got jî: “Me pêwendî bi nûnerê Kunsulxaneya Almanya li Hewlêrê re kir û me termê wî şehîdî radestî wan kir.”
Derbarê termê şervanê Amerîkî de Berbuharî got: “Me pêwendî bi kunsulxaneya Amerîkî re kir, wan ji me re got ku wî cenazî ji bigihînin Tenduristiya Dadwerî ya li nexweşxaneya Rizgarî li Hewlêrê. Li nexweşxaneyê jî Nûnerê Kunsulxaneya Amerîkî ew term ji me wergirt.”
Berbuharî got jî: “Em yên xwedî li şehîdan derdikevin in. Em yên rêzê li şehîdan dikin in. Ne wek kesine din ku dema şehîdek bo wan diçe, bêrêzî û bêhurmetî li wan şehîdan dikin, bi dehan jî nimûne hene ku çawa bêrêzî li şehîdan dikin.”
k24
