Avahiya HDPê ya Qeyseriyê hate şewitandin
Duh piştî teqîna li Qeyseriyê komek kes êrîşê Avahiya Serokatiya HDPê ya Şaxa Qeyseriyê kirin. Koma êrîşkar avahiya HDPê da ber agir û ala Partiya Tevgera Neteweperest MHPê danî li ser avahiyê.
Hat zanîn koma êrîşkar bi dirûşmên tolhildan û tolhildan li bajarê Qeyseriyê êrîşê xwendekarên Kurd jî kiriye.
Duh li bajarê Qeyseriyê di encama teqînekî de 13 leşker canê xwe ji dest dan 48 leşker jî birîndar bûn.
hejmarek kes êrîşî navenda HDPê ya li Qeyseriyê kirine û hejmarek ji rayedarên HDPê di navendê de asê mane.
K24
