• Monday, 23 February 2026
logo

Kujerê her sê jinên PKKyî mir

Gulan Media December 18, 2016 Nûçe
Kujerê her sê jinên PKKyî mir
Omer Guneyê kujerê her sê jinên PKKyî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, li Parîsê mir.

Li gorî nûçeya malpera BFM ku ji zarê berpirsan hatiye belavkirin, Omer Guney ji mejiyê xwe nexweş bûye û roja Şemiyê li Nexweşxaneya Pitie-Salpetriere ya Parîsê miriye.

Yek ji serkirdeyê diyar û damezrênera PKKê Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez roja 9ê Çileya 2013ê, li Parîsê hatibûne terorkirin.

Serdozgeriya Duwemîn a Parîsê di gilînameya xwe de weke gumanbarê sereke derbarê kujerên Sakîne Cansiz û hevalên wê de, biryara darizandinê dabû.

Dadgeha Omer Guney dê di navbera 23ê Çile û 24ê Sibata 2017ê li Parîsê bihata kirin.

Rudaw
Top