Schute: Trump dê pişrgiriya serxwebûna Kurdistanê bike
Cîgirê Serokê Dostaniya Kurd û Amerîkayê Harry Schute ku li eniya Mexmûrê beşdarê rêwresmên pîrozbahiya Roja Ala Kurdistanê bû ji Rûdawê re got; “Amerîkayê di salên derbasbûyî de, bi teybet jî di şerê DAIŞê de alîkarî da Kurdistanê. Hêvîdar im ku ev piştgirî heman awayî ji bo serxwebûna Kurdistanê jî be.
Schute ku di heman demê de, di sala 2003ê li Herêma Kurdistanê fermandarê hêzên hevpeymanan bû, di wê baweriyê de ye ku dê rêveberiya Donald Trump piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bike û wiha axivî:
“Bi baweriya min, dê Amerîka piştgiriya xwe ya ji bo Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge berdewam bike. Bi hêvîme ku dê piştgiriyê bide serxwebûna Kurdistanê jî.”
Her çend, rêveberiya Trump hê jî dest bi kar nekiriye lê navên ku ji bo rêveberiya nû derbas dibin, peyamên alîkariya Kurdistanê didin.
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdurehman jî dibêje, “Amerîka dostê kurdan bûye û dê wisa jî bimîne.”
Rudaw
