Qaymeqamê Şingalê: Amerîka guh da daxwaza me û ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve
Di heyama çend rojan de Amerîka du caran ji PKKê xwast hêzên xwe ji Şingalê derxîne.
Derheqê vê yekê de, qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, me nameyek ji konsulxaneya Amerîka ya Hewlêrê re şand û me ji wan xwast guvaşê bixin ser PKKê da ku ji Şingalê derkeve.
Mehma Xelîl her wiha got, me li Waşingtonê jî ji hikûmeta Amerîka daxwaz kir PKKê ji Şingalê derxînin. Amerîka guhdarî me kir û bang li PKKê ki ji Şingalê derkeve.
Qaymeqamê Şingalê anî ziman ku wan ji Amerîka re gotine, tenê Pêşmerge dikare li Şingalê bimîne çimkî Pêşmerge hêzek fermî ye lê PKK hêzek ne qanûnî û ne fermî ye.
Basnews
