Osman Ocalan: PKKê wisa kir rayedarên HDPê bên girtin
Siyasetmedarê Bakûrî û birayê rêberê PKKê, Osman Ocalan ji BasNewsê re behsa rewşa Bakûr û got, niha li Bakûr şerekî giran heye û her du alî hev dikujin lê herî zêde xelkê Bakûr zirarê dibînin.
Osman Ocalan anî ziman ku vê gavê ti hêviyeke aştiyê li Bakûr nîne û got, Serok Barzanî pêvajoya aştiyê da destpêkirin lê hinek serkirdeyên PKKê rewş anîn vê asta îro û bûn sebeba girtina rayedarên HDPê jî.
Ocalan amaje bi wê yekê jî kir ku HDP daxwaz ji Barzanî dike pêvajoya aştiyê zindî bike û got, me gelek caran ji HDPê xwast piştgiriyê bide hewlên Barzanî da ku rewş negihê asta îro.
Wî siyasetmedarê Bakûrî destnîşan kir ku ti hêviyek bo aştiyê li Bakûr nemaye û got, eger hêviyek biçûk jî mabe Barzanî dikare atmosferê nerm bike paşê behsa pêvajoya aştiyê were kirin.
Basnews
