• Monday, 23 February 2026
logo

Peyamake Newşîrwan Mistefa berpirsên Gorranê nigeran kiriye

Gulan Media December 17, 2016 Nûçe
Peyamake Newşîrwan Mistefa berpirsên Gorranê nigeran kiriye
peyama Newşîrwan Mistefa li ser mijara civîna Gorranê li gel PDKê(Partiya Demokrata Kurdistan) berpirsên pilebilind ên Gorranê nigeran kiriye û endameka civata giştî ya Tevgera Gorranê ji radgehîne ku Newşîrwan Mistefa civîna li gel PDKê bi baş dizane.

Çenda roj berê, rêxerê Tevgera Gorranê, Newşîrwan Mistefa peyamek, ji bo Tevgera xwe şandiye, tê de civîn û lihevkirin bi PDKê re bi baş zaniye.

Li gor peyama Newşîrwan Mistefa ku naveroka peyamê ji aliyê jêdereke nêzîkî Gorranê ji bo BasNewsê hatiye şendin Nêwşîrwan Mistefa daxwaz ji berpirsên Gorranê kiriye ku li gel PDKê bicivin û ti pêşniyarekê red nekin û pêşniyarê ku ji bo wan tên bila di nav civata niştimanî de gotûbêj bikin û biryara civatê bibe biryara Gorranê û ew bixwe jî piştevaniya biryara civata niştimanî dike.

Li gor agahiyên heman jêderî berpirsên payebilin ku xwe wek damezirênerê Gorranê dizanin û li gel Newşîrwan Mistefa bûne ji vê peyamê nigeranin, ku biryara dawiyê civata niştimanî bide, ji ber ku berê biryara Tevgerê di destê wan de bû û Newşîrwan Mistefa jî piştivaniya wan dikin.

Li ser vê mijarê endama civata giştî ya Tevgera Gorranê, Kûstan Mihemed ji bo BasNews ragihandiye ku rayedarên Gorranê ji bo hemû pirsan, pirsiyara xwe ji Newşîrwan Mistefa dikin û ji bo rûniştina li gel PDKê jî pirsyar kirine û wî jî, civîna li gel PDKê bi baş zaniyê û gotiye ku birayara dawiyê çem civata niştimaniye.

Basnews
Top