• Monday, 23 February 2026
logo

Ji kurê şehîdekê bo Sîrwe Ebdulwehî: Şimikên hevjînên şehîdên serbilind ji te bi nirxtirin

Gulan Media December 17, 2016 Nûçe
Ji kurê şehîdekê bo Sîrwe Ebdulwehî: Şimikên hevjînên şehîdên serbilind ji te bi nirxtirin
Kurekî şehîdeke rêveber û di heman demê de fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, ji ber sivikayî bi malbat û kesûkarên şehîdan kiriye, bi tundî rexne li parlamentera Gorran Sîrwe Ebdulwehîd û Tevgera Gorran kirin.

Kurê şehîdê rêveber Nazim Heme Silêman Qadir Şehîd Nazim ku heman demê de kurê mamê berpirsê binkeya Çemçemal a Tevgera Gorran Ebdulayê Kwêxe Mibarek e, di nivîsekî tora xwe ya civakî facebookê de diyar kir: ‘’Wek bersivek ji Tevgera Gorran û endama parlamentera wê; piştî ku we xelkê Kurdistanê aloz kir û aramiya vê herêmê we têkda, hûn ranewestan û parlamentereka we jî malbat û hevjînên şehîdên serbilind wek leşfiroş pênase kir.’’

Ew fermandarê Pêşmerge bi parlamentera Gorran re dibêje: ‘’Em neheqiyê li te nakin. Ew gotin ji girê Gorran (Gireke li Silêmaniyê wek girê Gorran tê nasîn) bo te mane. Lê baş bizane ku şimikên hevjînên şehîdên me yên serbilind ji te bi nirxtire, ez daxwazê ji binemalên şehîdên serbilind dikim, qebûl nekin sivikayiyê bi rûmeta şehîdên me bên kirin.’’

Dawiyê de aşkera kir, her kesekî piştevaniyê li Sîrwe Ebdulwahîd bike, ew jî wekî wê ye.

Basnews
Top