• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Me bo konferansa serxwebûnê gazî rayedarên Iraqê jî kiribû lê nehatin

Gulan Media December 17, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Me bo konferansa serxwebûnê gazî rayedarên Iraqê jî kiribû lê nehatin
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, wan rayedarên Bexdayê jî bo konferansa serxwebûna Kurdistanê vexwandibûn lê tevlî nebûn.

Konferansa serxwebûna Kurdistanê, ku du roj bûn li bajarê Duhokê û li zankoya Amerîkî-Kurdistanê dihat lidarxistin, îro xilas bû.

Piştî konferansê, Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku di heman demê de serokê borda rêveberiya zankoyê ye jî, ji televîzyona K24 re got, me gazî rayedarên Iraqê jî kiribû ku tevlî konferansê bibin, wan jî qebûl kiribû ku tevlî bibin lê paşê ji me re dan zanîn ku ji ber nikarin tevlî bibin.

Mesrûr Barzanî her wiha got, qesta me ji gazîkirina rayedarên Iraqî ew bû ku bi awayekî ne fermî dest bi diyaloga serxwebûna Kurdistanê bikin çimkî me divêt bi awayekî aştiyane mafê xwe yê serxwebûnê bistînin.

Basnews
Top