Ebadî daxwazeke Malikî red kir
Rojnameya (Erebî Cedîd) li ser zimanê jêderekî siyasî ragihand ku cîgirê serokomarê Iraqê û serokê hevpeymaniya Dewleta Yasa, Nûrî Malikî daxwaz li serokwezîr Iraqê kiriye ku hêzeke dezgeha dijî terorê ji bo wî bişîne.
Nûrî Malikî wê hêzê ji bo belavkirin û girtina xwepêşanderên bajarê Besrê, Nasiriye û Mîsan dixwaze ku berî niha li dijî Malikî xwepşandan kiribûn.
Rojname amaje dike ku Heyder Ebadî bi hêceta mijûlbûna wan hêza bi şerê dijî DAIŞê daxwaza Malikî red kiriye û ji bo Malikî gotiye ku:”Nabe rewşa parêzgehên ewle û aram yên Iraqê têk bidin.”
Basnews
