Rêveberê dezgeha CIA yê berê: Nexşeya Iraq û Sûriya wek xwe namîne
Rêveberê berê yê CIA, Maykil Haydin ji bo kenala K24 ragihand ku di dema ku li nav dezgehê de erkdarbû û li gel kurdan kar dikir ji bo wî diyar bûye ku Kurd hevpeymanên bihêz yên Amerîkayêne.
Maykil Haydin herwaha ragihand ku girînge ku Amerîka rêzê li xwastên hevpeymanê xwe yên kevin bigire û hemahengiyek bihêz li gel Herêma Kurdistanê hebe.
Rêveberê berê CIA di wê baweriyê de ye ku Iraq û Sûriye piştî şerê navxwe yê rêxistina DAIŞê wek niha namîne û yê dabeş bin.
Basnews
