Amerîka ji bo Bexdadî 25 milyon dolar xelat diyar kir
Brett McGurk li ser malpera xwe ya di tora civakiya Twitterê de, ragihand, ku serkirdeyên DAIŞê yek bi yek tên kuştin û gelek nemaye, kesên ku weke xelîfeyê wan tê binavkirin, jî were kuştin.
McGurk herwiha radigihîne, ku Amerîkayê xelateke nû ji bo pêşkêşkirina zanyariyên derbarê Xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî de diyar kiriye.
Li gorî McGurk, ji aliyê Bernameya Xelatan a Dije-Terorîzm a ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê ve 25 milyon dolar bo girtina Bexdadî hatiye diyarkirin.
McGruk herwiha lînka malpera Bernameya Xelatan a Dije-Terorîzm a ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê jî belav kiriye.
Di wê malperê de zanyariyên zêdetir derbarê xelata nû ya Washingtonê de hatiye pêşkêşkirin.
Li ser vê malperê wiha hatiye belavkirin:
“Ebûbekir Bexdadî, naskirî bi Ebû Dua, bi naveke din Ewad Îbrahîm, rêberê pilebilindê rêxistina terorîstî ya Dewleta Îslamiya li Iraq û Şamê (DAIŞ) ye. Di dema desthilatdariya Bexdadî de, DAIŞê bûye sedemê mirina bi hezaran kes ji welatiyên sivîl.
Dewletên Yekgirtiyên Amerîakyê bo pêşkêşkirina zanyariyên derheqê Bexdadî de, 25 milyon dolar weke xelat diyar kiriye. zanyariyên kesî tên garantîkirin û dibe ku cihê guhertinê be jî. Eger te zanyarî di ber dest de hene, pêwendiyê bi nêzîktirîn balyozxane yan jî konsulxaneya Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê bike.”
Rudaw
