• Monday, 23 February 2026
logo

DAIŞê elektrîka du bajarokên Kurdistanê qutkir!

Gulan Media December 16, 2016 Nûçe
DAIŞê elektrîka du bajarokên Kurdistanê qutkir!
Rêxistina terorîst a DAIŞê bi rêya bombekirina hejmarek trafoyên elektrîkê ve hin teqandin pêkanîn û elektrîk niştimanî ya her du bajarokên Qeretepe û Gulale ango Celewla û gundên wê qutkirin û endamekî encûmena şarevaniya bajaroka Qeretepeyê jî ragehand, di heyama heftiyekê de ev duyemîn care trafoyên elektrîkê ji aliyê çekdarên vê rêxistinê ve hatin teqandin.

Endamê encûmena şaredariya bajarokê Qeretepê Selahedîn Baban ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demjimêr 12:00ê şeva borî li gundê Cumêleya ser bi şaredariya niştimanî ya li bajarokê Gulaleyê bo bajarokê Qeretepeyê hatibûn bombekirin û hatin teqandin, ji ber vê jî elektrîka her du bajarokan û gundên derdora wan qutbûye.’’

Herwaha got: ‘’Di heyama heftiyekê de ev duyemîn care çekdarên rêxistina DAIŞê trafoyên elektrîka niştimanî diteqînin.

Dawiyê de jî got: ‘’Hejmarek çekdarên DAIŞê li sînorê bazineya Hemrînê de mane û car bi car tên wî sînorî û karên terorîstî pêktînin.’’

Basnews
Top