DAIŞê elektrîka du bajarokên Kurdistanê qutkir!
Endamê encûmena şaredariya bajarokê Qeretepê Selahedîn Baban ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demjimêr 12:00ê şeva borî li gundê Cumêleya ser bi şaredariya niştimanî ya li bajarokê Gulaleyê bo bajarokê Qeretepeyê hatibûn bombekirin û hatin teqandin, ji ber vê jî elektrîka her du bajarokan û gundên derdora wan qutbûye.’’
Herwaha got: ‘’Di heyama heftiyekê de ev duyemîn care çekdarên rêxistina DAIŞê trafoyên elektrîka niştimanî diteqînin.
Dawiyê de jî got: ‘’Hejmarek çekdarên DAIŞê li sînorê bazineya Hemrînê de mane û car bi car tên wî sînorî û karên terorîstî pêktînin.’’
Basnews
