Êrîşên ser Malikî berfireh dibin û bi gendelî tê tometbar kirin
Nûnerê mesîhiyan li encûmena nûnerên Iraqê Josef Silîwa ragehand: ‘’Nûrî Malikî ku di her du kabîneyên berê de serokê hikûmetê bû, ji ber gelek dosyayan tê tometbar kirin û wek dosyeya destpakî û dadrêsiyê de, lê serokê encûmena bilind a dadrêsiyê Midhet Mehmûd wan dosyayan vedişêre.’’
Herwaha amaje bi vê jî dike ku xwepêşanderên Tehrîr daxwaza gohertina serokê encûmena bilind a dadrêsiyê kir û got: ‘’Midhet Mehmûd dikare doze li ser min jî veke û min dadgeh bike, lê ez piştrastim ku ji zanyariyên xwe.’’
Basnews
