Amerîka: Divê PKK ji Şingalê derkeve!
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby roja pênşemiyê di konfranseke rojnamevanî de ragihand: “PKk di nava lîsta terorê ya Amerîkayê de ye û nabe ti rolek li Şingalê hebe. Hebûna PKKê li Şingalê bûye sedem ku ew grûp bibe astengek mezin li pêşiya lihevhatin û vegera xelkê koçber.”
Kirby herwiha got: “Em daxwaza li tevahiya aliyan dikin, û ji wan jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku hêsankariyan bo lihevhatina niştîmanî bikin, da ku ew xelkên koçber vegerin cihê xwe û ev civak careke din were avedankirin.”
Kirby daxwaza hemahengiyê ji Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û da xuyakirin: “Em daxwaza hemahengiyê di navbera hikûmeta navendî li Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo têkşikandina DAIŞê û çareserkirina arîşeyên navbera wan dikin.”
Hevdem îro pênşemî 15ê Kanûna 2016ê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di konfransa “Kurdistan Piştî Serxwebûnê” ya li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê ragihand, “pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve” û tekez kir, ku “hebûna PKKê li Şingalê netenahiyek (ne îstiqrariyek) li deverê çêkiriye.”
Nêçîrvan Barzanî got:
“Îro hebûna PKKê li Şingalê ne îstiqrariyek li deverê çêdike, yek ji wan sedemên ku Şingal jî avedan nabe, hebûna PKKê li wê deverên ye û ev jî rastiyek e, çimku xelk ji pêşeroja xwe piştrast nînin, ji ber wê jî navegerin deverê. Divê PKK ji wê yekê têbigihîje û di ber xêra xelkê deverê de ji wê deverê derkevin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir: “Divê xelkê Şingalê bi xwe biryar bidin, çawan xwe birêve bibin.”
Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir: “Ew hêza ku niha destwerdanê li Şingalê dikin, divê li wir nemînin, em di wê baweriyê de ne, ku pêwîst nake PKK weke hêzekê li Şingalê bimîne û gerek derkeve.”
Rudaw
