• Monday, 23 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: We serê bi sedan hemwelatiyan birî ye

Gulan Media December 16, 2016 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: We serê bi sedan hemwelatiyan birî ye
Wezareta Pêşmerge bersiv da daxuyaniyên serokê grûba çekdarî ya Esaîbî Ehlê Heq, Qeys Xezelî û got: “Gefên we yên li hember Herêma Kurdistanê ne tişteke nû ye û kiryarên we yên li dijî gelê Iraqê jî eşkere ne.”

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê duh (15-12-2016) daxuyaniyek belav kir û ragihand ku daxuyaniyên serokê grûba çekdarî ya Esaîbî Ehlê Heq, Qeys Xezelî yên derbarê pêvajoya piştî DAIŞê, Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê de pir e bi nefesa dijminî.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge got; “Ji vê girûbê û serokê wî re dibêjin, ku gefên we yên li hember Herêma Kurdistanê ne tişteke nû ye û herwiha kiryarên we yên li dijî xelkê Iraqê eşkere ne, we ji ber mezheb û nasnameyên wan, serê bi sedan hemwelatiyan birî ye, divê hûn li ser van tawanan bên dadgehkirin.”

Di berdewama daxuyaniyê de Berdevkê Wezareta Pêşmerge dibêje; “Gelê Kurdistanê enfal û kîmyabarana Saddam û nanbirîna Malîkî û hevşêweyên wî dîtine. Eger hûn jî dixwazin enfalekî din bi ser kurdan bisepînin, kerem bikin xwe biceribînin û bila em enfala we jî bibînin.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge daxuyand, ku ew hêvîdar in ev helwesta ne di cîh de û ya dijminkarî tenê yê Xezelî û grûba wî be, ne yê Heşda Şeibî be.
Roja 13ê Kanûnê serokê grûba Esaîbî Ehlê Heq Qeys Xezelî ji televîzyonekî iraqî re behsa qonaxa piştî DAIŞê kiribû û gotibû; “Piştî nemana DAIŞê pirsgirêka herî mezin û giring kurd in. Bi taybetî pirsgirêka birêz Mesûd Barzanî ye ku yekalîkirin û lihevkirina ligel wan zehmet e.”

Serokê grûba mîlîsên şîe îdîa kiribû ku pir zehmet e li gel kurdan projeyekê aştiyane bê kirin û gotibû; “Ji bo lihevkirin çêbibe, divê ew vegerin sînorên xwe yên beriya sala 2003yan. Ji ber ku kurdan axa di bin destê xwe de fireh kirine û ev jî pirsgirêka herî mezin e.”

Xezelî herwiha diyar kiribû, ku ew weke iraqiyekê ereb, bi ti awayî razî nabe ku Kurdistan navçeyan bi siyaseta sepandinê hilde nav sînorên xwe.

Rudaw
Top