DBP: Li Tirkiyê pergala qirkirina siyaseta Kurd li ser kar e
Rêveberên DBP’ê îro li Nevenda Giştî ya DBP’ê li ser rewşa Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdûlah Ocalan û li dijî girtin û binçavkirinên li hember siyaseta Kurdan, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hat amajekirin ku piştî pêvajoya aştiyê, li Tirkiyê pergala şerî li ser kar e.
Ozturk amaje kir ku, Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, dabû zanîn ku heger pêvajoya aştiyê nemeşe, dê mekanizmaya derbeya leşkerî bi pêş bikeve.
Her wiha Ozturk di daxuyaniyê de diyar kir ku, girtina hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahadîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, nîşaneya nerazîbûnên siyaseta gelê Kurd nîşan dide.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Ozturk got; “ rawestandina vê pergala şerî digel Gelê Kurd, peywira hemû gelên li Tirkiyê ye, lewra ev êrîş li hember tevahiya eniya demokrasiye tên meşandin.”
Rudaw
