Nêçîrvan Barzanî: Desthilata Rojava birêve dibe desthilatek diktatorî ye
Birîna budceya Herêma Kurdistanê
Ew pêngavên li Bexdayê tên avêtin di destûra bingehîn ya Îraqê de nînin lê ew di eqliyeta wan de hene, pirsgirêka mezin ew eqliyeteye ya ku li Bexdayê tê ajotin û dixwazin hemû karûbaran li merkez, li Bexdayê bên îdarekirin. Dema budceya herêma Kurdistanê qut kirî, min di civînê de pirsî gelo çima budceya Herêma Kurdistanê hatiye birîn? Di bersivê de gotin ku ev biryara serokwezîr û fermandarê hêzên çekdarên Îraq ye. Ev eqliyeteke tirsinake, me weke kurd her tişt kir ku Îraq bibe Îraq û sala 2004ê em bi yek hêvî û umêd ji bo paşeroja Îraqê û herêma Kurdistanê bo Bexdayê vegeriyan.... Piştî 12 salaln di vê em vê pirsê bikin; Gelê am li ku derêne? Me çi kir?
Siyaseta Rojhilata Navîn
Herêma Kurdistanê ne di digel bereyê Şîye û nejî digel bereyê Sune ye, lê li bereyê xwe ne û berjewendiya gelê kurd çi bixwaze em di dê di wî bereyî de bin. Herêma Kurdistanê di nava van çend salan de weke ekterek sereke li deverê ji bo derve û derdûr û civaka navdewletî xwe îspat kiriye, raset em en endam in di Neteweyên Yekgirtî de û alaya me li wir nehatiya bilind kirin, lê di realîteyê de û li ser erdê, gelê kurd îspat kir ku ji bo aramiya deverê hokareke serkeye û îspat kir ku welatên cîhanê û derdûr dikarin bawer pê bikin û îtîmadê li ser bikin. Herêma Kurdistanê ne hokarê têkdan û nearamiya deverê ye, û ev jî ji bo me tiştek giringe.
Em li ser rêyek rast diçin. Ew tabloya ciwana pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê heye divê ji bo her tişt be û Kurdistan bi wê yekê ciwane hemû netewe, ol û mezheb bi hev re dijîn. Dema Sedam Hisên gundên Kurdistanê wêran dikinr, pirs nedikir ew gund yê kêye? Yê kirîstiyan e yan yê misilmanan e? Dêr e yan mizgeft e? Hemû bi hev re wêran kirin, me hemûyan di vî welatî de yek tişt heye; Ev welat ne bi tenê yê kurdan e, divê bê zanîn ew kirîstiyanên li Kurdistanê dijîn rih û rîşalên wan di vî welatî de gelek kûr in. Tiştê em şanaziyê pê dikin eve ku em hemû bi hev re dijîn û divê ev bihevrejiyana heye bimîne û bê parastin.
Têkelî digel Komara Tirkiyeyê
Têkeliyên Herêma Kurdistanê digel Tirkiyeyê û welatên cîran têkeliyên normal û gelek baş in, peywendî û rêkeftina me digel Tirkiyeyê aborî ye û tu tiştek nihênî nîne bê veşartin, Tirkiye cîrana me ye û rêya me ya bo derve ye. Di salên borî de hertim ji bo çareserkirina pirsgirêkan alîkariya me kiriye. Berî du heftiyan jî min seredana Tirkiyeyê kir û digel birêzan serokkomar, serokwezîr û wezîrê derve yê Tikiryeyê civiyam, diyar bû ku siyasyeta Tirkiyeyê li hember Herêma Kurdistanê nehatiye guhertin. Her divê çarçoveyê de ku, Herêma Kurdistan hokarê aramiyê ye li deverê, me hewil da têkeliyên Enqere û Bexdayê jî norma bibin û pêşbikevin û heta derceyek em di vê pirsê de serkeft in.
Serxwebûna Kurdistanê
Pirsa serxwebûna Kurdistanê mafê me ye û mafekî normal yê gelê me ye. Em li vê deverê gelekê cuda ne, ziman û kultura me digel gelên deverê cudaye. Du tişt di vê meselê de giringin; Dema em behsa serxwebûnê dikin em behsa serxwebpna herêma Kurdistana Îraq dikin û dema em vê pirês diazirînin, manaya wê ne ewe ku em dixwazin pirsgirêkan ji Îraq re çê bikin, lê em pirsa serxwebûnê ji bo wê yekê diazirînin daku çareserî jê re bê dîtin û nifşê paş me ji paşeroja xwe piştrast be. Ev bi çi tê çareser kirin? Di vê em bi awayekî cidî dest bi danûstandinan bikin û welatê yekemîn jî di vê digel Bexdayê gotûbêjan bikin, deme yan ne dema vê pirsê ye? Belê, dem dema vê pirsê ye û niha baştirîn deme, neraste ku em bêjîn ne dema pirsa serxwebûnê ye.
Dema min seredana Bexdayê kir û pişt re cenabê serokê Herêma Kurdistanê jî seredana Bexdayê kir, me ev pirs digel Bexdayê behis kir, yên ku me li Bexdayê ev pirs pê re behis kirî, têgehiştina wan ji bo vê pirsê hebû, wan negot çênabe ev pirs bê behis kirin, dema Bexda dibêje amadene vê pirsê gotûbêj bikin, bi baweriya min ev pêngaveke gelek giringe. Ev pirs digel Hevpeymaniya Niştimanî jî hate behis kirin û ya giring eve ku em dest pê bikin.
Şingal
Pirsa Şingalê ji bo me gelek giringe, ya ku bi ser kurdên êzidî li Şingalê hatî karesatek gelek mezin bû, bi ferman û serperiştiya serokê Herêma Kurdistanê Şinagl hat rizgar kirin. Divê xelkê wê deverê bixwe biryarê li ser îdareya xwe bidin û ew hêzên niha destê xwe dixin nav Şingalê, divê ew hêz li wir nemînin, bi a me ne pêwîste PKK weke hêzek li Şingalê bimîne û pêwîste derkeve û xelkê deverê biryarê li ser paşeroja devera xwe bidin. Divê ew hokarên nearamiyê li deverê çê dikin nemînin. Li destpêka karesata Şingalê me sipasiya PKKê û birayên xwe li rojavayê Kurdistanê kir ku gelek hevkariya me kir û me gelek caran ev behis kiriye.... lê îro hebûna PKKê li wê deverê nearamiyê çê dike û divê PKK li wir nemîne, ew hokarên neavadankirin û vegeriyana xelkê Şingalê ne.
Rojavayê Kurdidtanê
Em destê xwe naxin nav karûbarên rojavayê Kurdistanê, lê em dixwazin gelê me li rojava di çarçoveya wî welatê tê de dijî bigihin mafên xwe. Ew desthilata wê deverê birêve dibe, bi timamî desthilatek diktatorî ye û ew tiştê ew bi serê gelê kurd dikin, bawer bikin Beşar Esed ew zilme li hember xelkê deverê nekiriye... tiştê em ji wan daxwaz dikin eve ku, divê ew bi biratî rê ji hemû aliyan re vekin li wir bi hev re bijîn û wê deverê îdare bikin û paşeroja xwe diyar bikin. Ew desthilata wir îdare dike bi timamî diktatorî ye û rê ji ti aliyan re nade û, mixabin, ew bûne êsîrên siyaseta şaşa PKKê li Suriye û bêy PKK ew nikarin tevbigerin û heta ew xwe ji wê siyaseta şaşa PKKê dûr nexin li Suyriyê çi paşeroj ji wan re nabe. Di vê PKK şerîyeta xwe bi rêya kurdên rojava werbigire, lê PKK nikare bi wî awayî şeriyetê werbigire û ew bi vê siyaseta şaşa xwe destkeftên gelê rojava bi dest xisite jî jianv dibe
Pêvajoya çareseriyê
Berê cenabê serokê Herêma Kurdistanê roleke sereke di destpêkirina danûstandinên navbera hikûmeta Tirkiyeyê û Ebdula Ocelan de hebû, lê ew atmosferê min di civîna xwe ya digel serokomar dît, ez bawer nakim di vê demê de Tirkiye ji bo diyalogê digel gelkê kurd amade be.
