• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Çareserî ew e kurd bibin cîranên Iraqê

Gulan Media December 15, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Çareserî ew e kurd bibin cîranên Iraqê
Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got; “Di navbera kurdan û aliyên din ên Iraqê de bawerî bi hev nemaye û çareserî ew e ku kurd li gel Iraqê bibin du cîrnaên baş.”

Îro 15-12-2016 li Hola Mele Mistefa Barzanî ya Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê konferansek bi navê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” tê sazkirin.

Di konferansê de Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkeş kir û diyar kir, ku dê di vê konferansê de lêkolîn û şiroveyên zanîstî yên derbarê serxwebûna Kurdistanê de bên pêşkeşkirin, sedem û faktorên serxwebûnê bên gotûbêjkirin.


Mesrûr Barzanî got; “Di mijara parastina serweriyên xwe de Iraq serkeftî nebûye. Divê em jî mafên xwe gotûbêj bikin û çareseriyan ji pirsgirêkên xwe re peyda bikin. Divê em ligel Iraqê weke du cîranên baş bimînin. Ev rêyeke baş e ji bo çareseriyê. Çimkî di navbera me û aliyên din ên Iraqê de bawerî bi hev nemaye.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku di sed salên derbasbûyî de Iraqê bi çevekê hemwelatiyên wekhev temaşayî kurdan nekiriye û got ku divê Iraq jî serxwebûna Kurdistanê weke çareserî bibîne.

Barzanî diyar kir, ku eger kurd serbixwe nebin dê bibin goriyê nakokiyên herêmî û ezmanûn di dîrokê de dubare bibe.

Di konferansê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cigirê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih, balyozê berî yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad, civaknas Îsmaîl Beşîkçî û berpirs û siyasetmedar jî amade ne.

Rudaw
Top