Demîrtaş: Em di bin şertên îşkenceya derûnî de tên hîştin
Demîrtaş, ji ber doza ku derbarê peyama wî ya twîtterê hatibû vekirin, bi rêya vîdeo derket pêşberî Dadgeha Enqerê û da xuyakirin, ew û hevalên wî ev 45 roj in bi tenê, di bin şertên îşkenceya derûnî de tên hîştin.
Da zanîn ew nûnerên vîna gel in û ev erkê wan tê astengkirin û hemû dozên ku hatine vekirin bê bingeh in û ji ber vê ti gumana wî ji pakderketinê tînê.
dadgehkirina Demîrtaş bo 17'ê Nîsana 2017'ê hat paşxistin.
Parlamenterên HDPê Sirrî Sureya Onder û Meral Daniş û Şaredarê Agirî Sirrî Sakik û nûnerên hin balyozxaneyên Yekîtiya Ewropa şopandin.
Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş ji 4 meha Mijdarê ve di zîndana Edirneyê de girtî ye, şeva borî ji ber nexweşiya dil bo nexweşxaneya kolîja pizîşkî ya zanîngeha Trakyayê hatibû veguhastin.
K24
