• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyê ya êzdiyan pîroz kir

Gulan Media December 15, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyê ya êzdiyan pîroz kir
Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyê ya êzdiyan pîroz kir.

Peyam waha ye:
Cejna rojiyê ya xwîşk û birayên êzdî li hemû ezdiyên li Kurdistanê û li her cihekî cîhanê bin ez pîroz dikim.

Hêvîdarim cejna û helkeftên bên yên xwîşk û birayên me yên êzdî, bibe cejnên serkeftinê û azadkirina hemû cîh û warên êzdiyan û hemû keç û xwîşkên me yên êzdî yên ku hîn azad nebûne, herwaha bibin cejnên vegeryana wan hemû awareyên êzdî bo ser mal û halên xwe yên azad û ava kirî.

Herwaha cejneka aram bo hemû êzdiyan dixwazim, her sal bi xêr xweşiyê de bin.

Basnews
Top