Nêçîrvan Barzanî cejna rojiyê ya êzdiyan pîroz kir
Peyam waha ye:
Cejna rojiyê ya xwîşk û birayên êzdî li hemû ezdiyên li Kurdistanê û li her cihekî cîhanê bin ez pîroz dikim.
Hêvîdarim cejna û helkeftên bên yên xwîşk û birayên me yên êzdî, bibe cejnên serkeftinê û azadkirina hemû cîh û warên êzdiyan û hemû keç û xwîşkên me yên êzdî yên ku hîn azad nebûne, herwaha bibin cejnên vegeryana wan hemû awareyên êzdî bo ser mal û halên xwe yên azad û ava kirî.
Herwaha cejneka aram bo hemû êzdiyan dixwazim, her sal bi xêr xweşiyê de bin.
Basnews
