• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Wezîrê Derve yê Amerîka yê nû kir

Gulan Media December 15, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Wezîrê Derve yê Amerîka yê nû kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbayiyê pêşkêşî Wezîrê Derve yê Amerêkayê yê di îdareya Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump de kir û têde ragihand: “Rex Tillerson ji nêzîk ve kar li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, bo pêşvebirina sektora çavaniyên xwezayî.”

Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hesbaa xwe ya di tora civakî ya Twitterê de aşkere kiribû, ku wî Serok û Serokê Cîbicîkarê şîrketa Exxon Mobil a amerîkî Rex Tillerson weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kiriye.

Îro çarşemî 14ê Kanûna 2016ê jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê nû Rex Tillerson kir.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de, ku li ser hesaba wî ya di tora civakî ya Facebookê de hatiye belavkirin, bi boneya destnîşankirina wî weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê nû pîrozbayî li Rex Tillerson kir.

Barzanî ragihand: “Ez bi navê xwe û xelkê Kurdistanê pîrozbayî li rêzdar Rex Tillerson dikim, bi boneya destnîşankirina wî bo kursiyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de amaje bi rola Rex Tillerson weke Serok û Serokê Cîbicîkarê şîrketa Exxon Mobil di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de dike û dibêje:

“Wî rêzdarî weke Serok û Rêvebirê şîrketa petrolê ya Exxon Mobil ji nêzîk ve kar li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye bo pêşvebirina sektora çavkaniyên xwezayî û her di wê rêyê de jî baştirkirina rewşa jiyan û debara xelkê Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de ragihandiye: “Piştî wergirtina fermî ya wê postê ji aliyê wî rêzdarî ve, me hêviyek mezin heye ku (ew) dibe hevbeşeke bawerpêkirî. Ez bi eleqe ve li benda dubare dîtine wî rêzdarî dikim.”

Rudaw
Top