Wezîrên YNK, Komel û Yekgirtû li dijî budceya Iraqê ne!
Endamê rêveberiya PDKê Ekrem Salih ji BasNewsê re ragehand, çend rojeke parlamenterên YNKê, Gorran, Komel û Yekgirtû wek destkevtekî giring wek mizginiyekê bidin xelkê ku xwedê girawî pirsgirêka mûçe çareser kirine, lê her wezîrên wan partiyane dervey Gorran ku li dervey hikûmetê ye, naha nîgeranin li yasaya budce, ji ber li gor wan jî ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye.
Herwaha got: ‘’Naha xelk bi parlamenterên xwe bawer bike yan bi wezîran? Di demekî ku çend rojeke hemû xelk mijûl kirine û li ser şaşeyên televîzyonan bi taybet gef dixwarin li hikûmeta herêmê û xwedê girawî eger hikûmet nefta Kerkûkê radestî Bexdayê neke ewê li dadgeha federalî gilî yê li hikûmetê bikin.’’
Dawiyê de jî got, dema wê hatiye xelkê Kurdistanê bi taybetî jî li bazineya Silêmaniyê xelk hişyar bibe û sînorekê bo rastiyan berevajî kirinê û du rûbuna wan aliyan dayne.
Basnews
