• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrên YNK, Komel û Yekgirtû li dijî budceya Iraqê ne!

Gulan Media December 15, 2016 Nûçe
Wezîrên YNK, Komel û Yekgirtû li dijî budceya Iraqê ne!
Duh 14.12.2016ê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê civiya û li gor ragehandina civîna wezîran her çar aliyên beşdarî hikûmeta naha ya (PDK, YNK,Komel û Yekgirtû) nîgeraniya xwe ya derbarê budceya sala 2017ê ya Iraqê aşkera kirine, ku ew ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye, rêveberekî PDKê jî diyar kir tişta ku parlamenteran kiriye mûzayedeya siyasî bûye.

Endamê rêveberiya PDKê Ekrem Salih ji BasNewsê re ragehand, çend rojeke parlamenterên YNKê, Gorran, Komel û Yekgirtû wek destkevtekî giring wek mizginiyekê bidin xelkê ku xwedê girawî pirsgirêka mûçe çareser kirine, lê her wezîrên wan partiyane dervey Gorran ku li dervey hikûmetê ye, naha nîgeranin li yasaya budce, ji ber li gor wan jî ne di berjewendiya gelê Kurdistanê de ye.

Herwaha got: ‘’Naha xelk bi parlamenterên xwe bawer bike yan bi wezîran? Di demekî ku çend rojeke hemû xelk mijûl kirine û li ser şaşeyên televîzyonan bi taybet gef dixwarin li hikûmeta herêmê û xwedê girawî eger hikûmet nefta Kerkûkê radestî Bexdayê neke ewê li dadgeha federalî gilî yê li hikûmetê bikin.’’

Dawiyê de jî got, dema wê hatiye xelkê Kurdistanê bi taybetî jî li bazineya Silêmaniyê xelk hişyar bibe û sînorekê bo rastiyan berevajî kirinê û du rûbuna wan aliyan dayne.

Basnews
Top