Ofîsa YPGê li welatekê Ewropayê hat daxistin
Rojnameya Prauge Daily Monitor a çekî ragihandiye , ofîsa nûneratiya YPGê tenê çend meh piştî vekirina wê, li paytexta Çekyayê bajarê Prauge hat gitin.
Li gorî nûçeya wê rojnameyê ku di roja 12ê Kanûna 2016ê de hatiye belavkirin, ji ber ku wê ofîsê nikaribû pêwendiyên têne xwestin bi siyasetmedarên çekî re deyne û nikaribû nûnertiya pirsa Kurd li Sûriyê bike û herwiha piştgiriyek ji Komara Çekya bi dest xwe ve neanî, nûneratiya xwe girt.
Nûnertiya YPGê ya li komara Çekya di meha Nîsana îsal de hatibû vekirin û Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdullah bi cilûnergên leşkerî yên YPJê ligel çend berpirsên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û siyasetmedarên Çekî di merasîma vekirina ofîsê de amade bibûn.
Li hember wê yekê, Dewleta Çekya hebûna pêwendiyan li gel YPGê red kir.
Berdevka Wezareta Derve ya Çekya Michaela Lagronova got, wan itîraf bi YPGê nekiriye û herwiha pêwendiyên dîplomatîk ligel wê jî nedanîne.
Herwiha parêzer Slavomir Hrinko li ser heman mijarê ji rojnameya Prauge Daily Monitor re ragihandiye: “Desthilatên pêwendîdar razî nebûn ku girêbesta avahiya ya ji bo ofîsa nûneratiya Yekîneyên Parastina Gel hatibû kirêkirin, were nûkirin.”
Herwiha mamostayê zanistên siyasî li Zanîngeha Brno's Masaryk, Michael Murad derbarê sedema girtina ofîsa YPGê de ji heman rojnameyê re gotiye, YPG komeke çekdarî ye ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk ve ye û ew partî jî ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye damezrandin, ku li gorî Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê ew partî di lîsteya komên terorîstî de cih digire.
Michael Murad wiha dibêje:
“Pêwendî pir zelal in. Partiya Karkerên Kurdistanê damezrênerê Partiya Yekîtiya Demorkatîk e û ew di warê îdeolojîk û leşkerî de bi dijwarî girêdayî hev in. Û YPG milîşiyaya Partiya Yekîtiya Demokratîk e . Û tişta ku giring e, ev e ku Çekya hevpeymanê Tirkiyê ye ku endamê NATOyê ye, û Tikiye jî naxwaze ku komeke wisa (Kurdî) li welatê me xwedî ofîs be.”
Ji aliyekê din ve, 2 şervanên YPGê û YPJê yên bi esil Çekî ji aliyê Tirkiyê ve li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê hatine girtin.
Her ji ber wê sedemê jî, duh sêşemî jî Wezîrê Derve yê Komara Çekya çûbû Tirkiyê û daxwaz kiribû ku Enqere wan her du kesan teslîmî hikûmeta Çekyayê bike.
Rudaw
