HPG: Me F-16 a Artêşa Tirkiyê xist xwarê!
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (HPG) îro derbarê ketina firokeya F-16 a Artêşa Tikriyê de ku roja 12ê kanûna 2016ê li Amedê ketibû xwarê, daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî li ser malpera fermî ya HPGê hatiye belavkirin û tê de HPGê berpirsatiya xistina firokeya F-16 a Artêşa Tirkiyê li xwe girtiye.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku firokeya F-16 a Artêşa Tirkiyê roja 12ê Kanûnê ji aliyê tîmeke wan a bi navê Tîma Şehîd Azad Farqîn ve hatiye xistin.
HPGê daye xuyakirin, ku hêzên wan ew firoke bi rêbazên taybet xistiye xwarê, lê derbarê wan rêbazên taybet de ti zanyarî û hûrgilî aşkere nekiriye.
Ew yek di demekê de ya, ku Artêşa Tirkiyê pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, firokeya F-16 a ser bi Hêza Esmanî ve ji ber sedemên teknîkî ketiye xwarê. Artêşa Tirkiyê red kiribû, ku firokeya wan hatibe xistin.
Artêşa Tirkiyê herwiha dabû xuyakirin, ku pîlotê firokeyê berî ketina firokeya F-16 xwe bi çetra taybet avêtibû derve û ji mirinê rizgar bûye.
HPGê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“12ê Kanûnê saet di 19:30an de li esmanê Amedê ji aliyê hêzên me ve balafira F-16 a girêdayî Hêzên Hewayî yên Tirk ki ji Baregaha 8emîn a Hewayî ya Cêtan radibû û Kurdistan bomberbaran dikir,bi çalakiyekê ji aliyê yekîneya me ya bi navê Şehîd Azad Farqîn ve bi rêbazên taybet hatiye xistin. Ev çalakî di serî de ji bo bîranîn Fermandar Azad Farqîn, ê ku li Amedê şehîd ketibû û tevahî şehîdên şoreşê hatiye li dar xistin. Yekîneyên me yên ku çalakî li dar xistine bi sax û silametî gihiştine cihên xwe.
Piştî çalakiya me weke her carê dewleta Tirk bi rêbazên şerê taybet û çapemeniya derewîn serî li rêbazên derew dane û dixwazin bûyerê vegerînin pirsgirêkeke teknîkî. Hewl didin ku balafira F-16 a xebatên bomberbarankirina Kurdistanê dikir, vegerînin xebatên perwedehiyê û bêjin, ku di encama pirsgirêkeke teknîkî de ketiye xwarê.”
Rudaw
