• Monday, 23 February 2026
logo

Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Gulan Media December 14, 2016 Nûçe
Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Qeys Xezelî Serokê Grûpa Çekdara Esayb Ehlî Heq li hevpeyvîneke telefizyonî ya li gel kanala El Reşîd hinek nêrînên ne bi cîh di derbarê Kurdistan û Pêşmerge û birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî Da'îş xistiye rû û wiha bawere piştî Da'îş mezintirîn kêşeya Iraqê Kurde.

Eve ne cara yekeme Xezelî axaftinên bi vî awayî û gefan beranber bi gelê Kurdistanê dixwe. Hêvîdarîn ev gotinên ne bi cîh tenê nêrîna wî bi xwe û çekdarên wî bê û em ne li baweriyê de ne ku ew nûnerayetiya Heşda Şe'bî bike. Daxwazê jî ji serkirdayetiya Heşda Şe'bî dikîn helwesta xwe li ser axaftinên Xezelî derbibrin.

Gelê Kurdistanê û Pêşmerge çavê wan li axa tu kesekî da tûne û tu demekî neçûne ser mala kesek. Ewê hatibê ser mala xelkê Kurdistanê û niyaza dagîrkirina axa gelê Kurdistanê hebê li dawiyê da bi têkçûna xwe temam bûye.

Bi piştrastiyê ve Xezelî û kesên wekî wî ku bixwazin Kurdistanê dagîr bikin wan çarenûsekî baştir ji Da'îşê nabê û nikarê li Kurdistanê xelk li ser nasname û mezheb ser bibrê.

Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
14.12.2016

Top