Daxuyaniyek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Eve ne cara yekeme Xezelî axaftinên bi vî awayî û gefan beranber bi gelê Kurdistanê dixwe. Hêvîdarîn ev gotinên ne bi cîh tenê nêrîna wî bi xwe û çekdarên wî bê û em ne li baweriyê de ne ku ew nûnerayetiya Heşda Şe'bî bike. Daxwazê jî ji serkirdayetiya Heşda Şe'bî dikîn helwesta xwe li ser axaftinên Xezelî derbibrin.
Gelê Kurdistanê û Pêşmerge çavê wan li axa tu kesekî da tûne û tu demekî neçûne ser mala kesek. Ewê hatibê ser mala xelkê Kurdistanê û niyaza dagîrkirina axa gelê Kurdistanê hebê li dawiyê da bi têkçûna xwe temam bûye.
Bi piştrastiyê ve Xezelî û kesên wekî wî ku bixwazin Kurdistanê dagîr bikin wan çarenûsekî baştir ji Da'îşê nabê û nikarê li Kurdistanê xelk li ser nasname û mezheb ser bibrê.
Dr Umêd Sebah
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
14.12.2016
