• Monday, 23 February 2026
logo

Serokê Parlamentoya Ewropayê ji ber gotinên keça êzidî giriya

Gulan Media December 14, 2016 Nûçe
Serokê Parlamentoya Ewropayê ji ber gotinên keça êzidî giriya
Hat zanîn ku Yekitiya Ewropa 28 milyon euro wek alîkarî dide Herêma Kurdistanê.

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Ewropa, Dilawer Ajgeyî ji televîzyona K24 re gotiye, Yekitiya Ewropayê destûr daye welatên Ewropî da ku yekser bi Herêma Kurdistanê re têkiliyan daynin û alîkariya serbazî û darayî ya Hewlêr bikin.

Dilawer Ajgeyî her wiha gotiye, Yekitiya Ewropa dê sala 2017, 50 milyon euro bo koçber û penaberên Iraqî terxan bike ku 28 milyon euro ji wî pereyî para Herêma Kurdistanê ye.

Ji ber şerê mezhebî û DAIŞê, bi sed hezaran koçberên Iraqî li Herêma Kurdistanê ne.

Basnews
Top