Şaredariya HAKPARê daxwaza alîkariyê dike
Bajarokê Anzarê ya bi ser bajarê Mûşê yê Bakûrê Kurdistanê xwediyê şêniyeke 2 hezar û 400 kesan e û di hêla aboriyê de yek ji bajarokê herî xizan e.
Anzar li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tekane şaredariye ku di destê Partiya Maf û Azadiyan HAKPAR'ê de ye. Şaredar Mele Mehmûd dibêje ew bi pirsgirêkên aboriyê re rû bi rû ne û heta niha hikûmetê tu daxwazeke wan a xizmetgûzariyê qebûl nekiriye.
Mela Mehmûd Sûbaşi dibêje; “Dewletê kamyon, kepçe, vîdanjor û hemû alavên xizmetê da şaredariyên Ak Partiyê lê ti tiştek nedan me. Em bi riya televîzyona we bang li birêz Serokomar, Serokwezîr û Waliyê Mûşê dikin; bila bizanibin ev pirsgirêka me heye.
Şaredarî ewqas di tengasiyê de ye ku gilêş û bermayên Anzarê jî nikare top bike. Lewre kamyona wan a gilêşavêtinê jî tune ye.
Alîkarê Şaredarê Anzarê Mehmûd Karatekîn jî dibêje; “Sebebê ku partiya me ne ya Ak Partî ye, em van zehmetiyan dikişînin. Kamyona me ya gilêşê tune ye. Ji ber vê yekê em vê zivistanê van zehmetiyan dikişînin. Halê me ev e.”
Xelkê Anzarê jî ku ji be bê derfetiya şaredariyê mexdûr e, dixwaze dewlet alîkariya şaredariya wan bike.
Rudaw
