• Saturday, 31 January 2026
logo

Jan Dost hate xelatkirin

Gulan Media October 15, 2012 Hunerî
Jan Dost hate xelatkirin
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê li Almanya bajarê Essenê Roja Helbesta Kurdî li dar xist.

Di vê festîvalê de ji gelek bajarên cuda yên Ewropa helbestvan, nivîskar, rojnamevan û hunermend beşdar bûn.

Helbestvanan helbestên xwe xwnedin û helbesthezan jî bi kêf guhdarî kirin.

Festîval hem ji bo helbesta kurdî bû rojeke xweş, hem jî di vê rojê de munasebeta ku helbestvan û nivîskarên Kurd hev nas bikin, peyda bû.

Di festîvalê de romanivîs û nivîskarê Kurd Jan Dost, ji ber xebat û keda ku ji bo edebiyat kurdî dide û ji bo berhemên hêja yên ku pêşkêş kirine, hate xelatkirin.

Jan Dost di dema xelatgirtinê de, spasiya xwe ji bo beşdar û birêvebirên Roja Helbesta Kurdî pêşkêş kir û got ku hîn gelek kar hene ku ew bike û ewê di vê riyê de neweste.

Avestakurd
Top