• Monday, 23 February 2026
logo

Garner: Iraq bûka destê Îranê de ye

Gulan Media December 14, 2016 Nûçe
Garner: Iraq bûka destê Îranê de ye
Genral Jay Garner piştî hilweşandina rejîma Saddam Husên, li Iraqê bû yekemîn kesê biryar bidest. Herî zêde wî ligel Celal Talabanî şêwiriye. Herwiha beriya Saddam jî herî zêde wî li ser mijara, “piştî Sadddam dê kî bibe serokê nû yê Iraqê” şêwir kirine.

Generalê malnişîn ê amerîkî Jay Garner, yekemîn hakimê Amerîkayê li Iraqê ye, ku weke dostekî nêzîkê kurdan tê hejmartin. Di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê, pêvajoya piştî DAIŞê dike.

Hemû kes vê pirsê dike; piştî DAIŞê dê li Iraqê çi çêbibe û Kurdistan çawa be?

Li gorî nêrîna min divê em li ser vê mijarê biponijin. Hêvîdar im, ku rêveberiya nû ya Amerîkayê li gel Kurdistanê danûstandinên dostane bike. Herwiha alîkarî bide çespandina destkeftiyên Kurdistanê. Bi dîtina min dê piştî nemana DAIŞê jî her pirsgirêka koçberan berdewam bike. Divê hewl bê dayîn da ku koçber vegerin malên xwe. Herwiha krîza darayî jî berdewam dike. Çimkî ev sê sal e hikûmeta Iraqê bûdceyê naşîne Kurdistanê. Nirxê petrolê hê jî nizm e.

Bi tevê van pirsgirêkan hê jî DAIŞ li herêmê ye, li navçeyên weke Hewîceyê de maye. Piştî ev mijar zelal bûn, dê pirsgirêka sînorên Kurdistanê derbikeve, diyarkirina sînorên herêmên nakok dê bibe rojev. Pirs ev e; gelo dê hikûmeta Iraqê razî bibe ku li gel Barzanî rêbikeve da ku navçeyên nakok bibin perçeyek ji Kurdistanê? Dibe ev yek bibe pirsgirêk. Di rastiyê de ya pêwîst ew e, ku divê Amerîka ligel Herêma Kurdistanê hemnêrîn be ku ev navçe bikevin nav sînorên Kurdistanê.

AMERÎKAYÊ GELEK SOZ DA KURDAN LÊ PÊK NE ANÎ

Amerîkayê di şerê DAIŞê de alîkarî da Kurdistanê, gelo dê piştî nemana DAIŞê jî heman alîkariyê bide?

Em di wê hêviyê de ne. Lê mixabin rekoreke ne baş ê Amerîkayê di mijara sozên ku daye kurdan, heye. Di dîrokê de Amerîkayê gelek soz dane kurdan. Weke soza Henry Kissinger ku di salên 1970ê de, sozekî mezin pêk neanî. Hêvîdar im vê care sozên xwe pêk bîne. Hêvîdar im, rêveberiya nû ligel kurdên Iraqê kar bike û bi giringî li navçeyê binere. Jiber ku ev navçe ji bo Amerîka û hevpeymanên wê giring e.

IRAQ BI XWE PARÇE BÛYE

Tu hakimê Iraqê bûyî, Iraqê baş nas dikî û pêwendiyên te ligel kurdan jî baş bûn. Niha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê aloz in. Gelo eger kurd daxwaza cudabûnê bikin, pêşeroja Iraqê dê çawa be?

Bi nêrîna min kurd ev demek e cuda bûne. Sînorên berî têkçûne û careke din venagerin. Tenê divê em qeûl bikin, ku sînorên nû hene, sînoran bikêşin û li gorî wan danûstandinan bikin. Dema em di sala 2003ê de hatine Iraqê, eger li şûna avakirina Iraqekî demokratîk, me sîstema federalîzmê danaba, yan jî sê herêmên şîe, sunne û kurdan, dê gelek baştir ba. Şerê navxwe dê derneketiba. Li gorî nêrîna min Iraq bixwe parçe bûye. Me dabeş nekir, welat bi xwe dabeş bû. Lewma divê em sînorên nû nas bikin.

Biryare di Sibata 2017ê de Trump dest bi erkê serokatiya Amerîkayê bike. Gelo dê siyaseta Trump li hember Herêma Kurdistanê çawa be?

Em nizanin ka dê rêveberiya nû ya Amerîkayê çi bike. Tenê hêvî dikin ji rêveberiya Obama cudatir kar bike. Herwiha siyaseta wî ya navçeyê hebe, ji bo Kurdistanê siyaseteke baş hebe. Divê fêm bike, ku pêwîste Amerîka bi xwe guhertinan bike. Nexwe hikûmeta Iraqê ne tişteke, tenê bûkeke di destê Îranê de. Herwiha divê di danûstandinên li gel Îranê de û di mijara rêkeftina atomî de guhertinan bike.

BILA AMERÎKA ÎRANÊ JI KURDISTANÊ DERBIXE

Tu di wê baweriyê de yî ku Trump pêşiya deshilata Îranê ya li ser herêmê bigre?

Nexêr. Bawer nakim ku vê yekê bike. Îran hikûmeta Iraqê birêve dibe. Piştgirî dide rejîma Esed, piştgiriya Hîzbûllaha Lûbnanê dike. Li dijî Îsraîlê piştgiriya aborî û leşkerî dide Hemasê. Van karan tev de li derveyî sînorên xwe dike. Ez hez dikim, rêveberiya Trump li hember Îranê tund be û rêkeftina atomî hilweşîne. Îranê ji Kurdistanê derbixe. Li heber destwerdana ser Sûriye û Lûbanên de mercan bisepîne. Bi hêz piştgirî bide Îsraîlê. Divê Amerîka van tiştan bike. Çimkî Îran hewl dide bibe hêza mezin a herêmê. Me ev yek navê. Bawer nakim Trump jî vê yekê bixwaze.

Li Sûriyê jî pirsgirêka kurdan heye. Gelo dê pêşeroja Sûriyê çawa be?

Bawer nakim, ku kurd hemşêwe bin. Li vir Serok Barzanî heye, ji bo Kurdistanê planên wî hene û dizane ka ji bo Kurdistanê çi dike. Bawer nakim, ku planekî ji bo hevgirtina kurdên Başûr û Rojava çêbike. Ji ber ku ne bi niyet e ligel PKKê hev bigre. Li vir Kurdistaneke we heye, Kurdistanek li Sûriyê, yek li Îran û yek jî li Tirkiyê heye. Ez ne bawer im ku Kurdistan hev bigre û serkirdeyên kurd jî vê yekê bixwazin.

Niha li ser kursiya Mesûd Barzanî gelek axaftin tên kirin, nêrîna te çi ye?

Heta ku ev krîza şer, ya darayî û mijara koçber û penaberan hebe, pêwîstiya me bi serokekê bi hêz heye. Bi nêrîna min birêz Barzanî ew serok e. Piştî nemana krîzan pêwîste hilbijartin bên kirin û vegerin wê pêvajoya pêşiya şer. Heta şer hebe, ya baş ew e Barzanî li ser erkê xwe bimîne. Ji ber ku serokek bi hêz, jêhatî û baş e.

Rudaw
Top